Serrûpel Hejmar 42, tîrmeh 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Weşan

Lokman Polat: Orhan Kotan û helbestên serbilindiyê
Pirtûkxaneya Sara: Agadarî


Orhan Kotan û...

HELBESTÊN SERBILINDIYÊ

Lokman Polat: lokmanpolat@hotmail.com

Orhan Kotan hêjayiyekî gelê kurd bû. Jiyana wî bi kar û xebata ji bo doza netewa kurd derbas bû. Ew teorîsyenekî tevgera siyasî a kurdan bû. Di hêla îdeolojîk, polîtîk û di derbarê pirs û pirsgirêkên Markîzm û netewayetî de, wî gelek nivîs nivîsî, berhem afirand. Kêm însan wek wî teoriya Marksîzmê, siyaseta çepîtiyê û pirsa netewa kurd zanibûn.

Orhan Kotan xebatkarekî siyasî û piralî bû. Wî di hêla dîroka serîhildanên kurdan û dîroka dema nêzîk a kurdan de lêkolîn kiribû û pirtûkeke bi navê "Koçgîrî Halk Ayaklanmasi" Serîhildana Gelêrî A Koçgîriyê" nivîsîbû. Ev pirtûka wî di nav weşanên "Komal"ê de bê îmze, bê navê nivîskar hatibû weşandin. Wî li ser dîroka nûjen a Kurdistanê -1806 - 1976 - jî xebatek pêk anîbû, lê ev xebata wî hêj wek pirtûk nehatiye weşandin.

Orhan Kotan digel siyasetmedariya xwe, helbestvanekî hêja bû. Helbestên wî helbestên serbilindiyê ne. Di nabeyna salên 1975 û 1980yî de, kadirên siyasî yên çep, welatparêzên tevgera kurd helbestên wî û yên Sînan Sebrî dixwendin. Di wê demê de pirtûka wî ya bi navê "Gururla Bakiyorum Dunyaya - Bi Serbilindî Li Cîhanê Dinêrim - " gelek dihat xwendin.

Kedkarê çand û edebiyata kurdî Bedirxan Epozdemîr pirtûka Orhan Kotan ya helbestan wergerandiye kurdî. Wî gelek baş kiriye, karekî hêja pêkaniye. Li gor pêşgotina ku wî nivîsiye, ew ê hewl bide ku herdu pirtûkên Orhan Kotan yên din jî wergerîne kurdî. Ji bo dewlemendiya zimên, girîngiya wergerê tê zanîn. Pêwîst nake ku ez li ser vê mijarê gotin bibêjim. Lê, min di nivîseke xwe de gotibû; "Divê berhemên nivîskarên kokkurd yên ku bi tirkî nivîsîne ji alî wergêrên kurd ve bi kurdî bêne wergerandin." Wergêr Bedirxan Epozdemîr baş kiriye ku dest avêtiye vî karî û bi xebateke dûrûdirêj gihaştiye encamê.

Pirtûka Orhan Kotan "Gururla Bakiyorum Dunyaya - Bi Serbilindî Li Cîhanê Dinêrim - " bi tirkî di demên cuda de çar car li ser hev hatiye çapkirin. Kurdiya pirtûkê di sala 2002an de, di nav weşanên "Afîş - Medya" de, li Holandê hatiye çapkirin. Pirtûk 94 rûpel e û berga wê rengîn e. Di pirtûkê de 12 helbest hene.

Wergêrê pirtûkê Bedirxan Epozdemîr pêşgotineke baş û giranbiha nivîsiye. Wî bi gotinên balkêş rastiya pêvajoya dema çûyî û têkiliyên berê, dijberî û nakokiyên dema çûyin aniye zimên. Aloziyên dema çûyin, îdeolojî û siyaseta wan salên derbasbûyî bûbû sedem ku di nav kadirên siyasî yên tevgera kurdan de dilêşiyê pêk bîne û pêk anîbû. Lê, ew dem derbas bû. Divê mirov ji wê demê ders derxe û dilmayîna wê demê dayne aliyek û bispêre dîrokê.

Belê, dinya diguhere û însan jî diguhirin. Ez û wergêrê pirtûkê Bedirxan Epozdemîr, me dema berê yek siyasetek, siyaseta "Ozgurluk Yolu - Riya Azadî- wê demê bi neyênî navê TKSP, paşê nav bû PSK- " diparast. Orhan Kotan siyaseta "Rizgarî"yê diparast. Di nav siyaseta "Ozgurluk Yolu - Riya Azadî-" û "Rizgarî"yê de minaqeşe û rexneyên gelek tûj li dij hev hatin kirin. Polemîk û rexneyên tûj yên wê demê, niha bi rengekî din, bi ser navê "Bîranîn"an di navbera serokên herdu siyasetan de didome. Pêwîst nake ku ez li vir behsa minaqeşeyên di navbera Kemal Burkay û Mumtaz Kotan de bikim. Lê, ez vê bibêjim; Gelek kadirên siyasî yên van herdu rêxistinan hatin guhertin, lê herdu serok -sekreter- nehatin guhertin. Heger wergêrê pirtûka Orhan Kotan wekî mentalîteya berê hareket bikrana, anku Bedirxan Epozdemîr li gor mentalîteya berê tevbigeriyana divê vê pirtûkê wernegerandana kurdî. Heger ez wekî berê bama, min xwe neguherandana, divê min jî li ser vê pirtûkê nivîseke danasînê nenivîsiya û neweşandana.

Îdeolojî û siyaseta berê a hişk, rexneyên tûj, bêtehemûlî û hevûdu êşandina berê tu feydeyek neda tevgera kurd. Mentalîteya wê demê kadirên siyasî yên rêxistinên cuda ji hevûdu dûr xist, îmkan û fereseta ku di nav wan de dostaniyekî germ pêk bê, nehêşt. Tevgera kurd, kadirên siyasî ji mentalîteya wê demê zirar dîtin.

Di hevpeyvîna ku romannivîs Mehmed Uzun bi Orhan Kotan re kiriye -kurdiya vê hevpeyvînê jî di vê pirtûkê de ye- diyar dibe ku Orhan Kotan di gel pirsên siyasî, gelek qîmet daye karûbarên edebî û bi hestên germîn xebatên edebî pêk aniye. Orhan Kotan di hêla rojnamevaniyê de jî xebateke gelek hêja kir. Weşandina rojnama "Kurdistan Prss" di weşangeriya kurdî de pêngaveke gelek hêja bû.

Helbestên Orhan Kotan ji alî naveroka xwe ve pir dewlemendin. Nivîsên wî yên teorîk jî gelek xurt bûn û bi zimanekî helbestkî hatibûn nivîsîn û xwe bi mirov didan xwendin. Helbestên wî helbestên tevgeriyê, têkoşînê, milîtaniyê û serbilindiyê ne. Wî helbestên xwe li ser mîlîtanên têkoşer yên welatparêz û şoreşger, pêşmergeyên qehreman û şexsiyetên pêşevayên kurd, herwekî li ser Ubeydullahê Nehrî nivîsiye.

Evîn, jiyan, şoreş, jîndarî, zîndan, mêrkûjî, koletî, xiyanetî û hwd, herkê bi rengekî û bi maneyên xwe di nav helbestên wî de hatine rêzkirin. Wî di helbesta xwe ya li ser "pêşmerge"yan de bi gotinên sihrî, bi maneyên kûr hêjayiya pêşmergetiyê aniye zimên. Ew weha dibêje :

"serhildan
 xencerek
 ji xwînê
 xwîn, ji polayê,
 vekiriye sirma çekan
 namûs, rût û tazî li holêye.
 û azadî
 ku gotina yekeme di pirtûkan de. "

Ev mînakeke ku min beşek ji helbesta wî da. Helbestên wî yên din jî yek ji yekê xweştir û baştirin û divê xwendevanên kurd miheqeq hemû helbestên Orhan Kotan bixwînin. Wî destana Ubeydullahê Nehrî bi zimanekî helbestkî gelek xweş rave kiriye, pêşkêşê xwendevanan kiriye. Di vê helbesta wî de -û di hinekên din de jî- hestên netewî xwe didin der. Wî bi gotinên helbestkî hestên netewa kurd aniye zimên.

Wergêr Bedirxan Epozdemîr helbestên wî baş wergerandiye. Kurdiya wî baş e. ji bo ku wergêr bi xwe jî helbestvane, helbest dinivîse, wî di wergera helbestan de tehm û lezeta helbestan û şêweya wê ya helbestkî parastiye, xwendina wê hêsan kiriye. Herçiqas wergera helbestan hêsan nîn e, gelek zehmete jî, wergêr Bedirxan Epozdemîr di karê wergerê de bi ser ketiye.

Ez, Bedirxan Epozdemîr pîroz dikim ku helbestên Orhan Kotan wergerandiye kurdî û li pirtûkxana kurdî berhemeke hêja zêde kiriye.

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Site hosted by Angelfire.com: Build your free website today!