fafon
fafon, bafon, aluminyum
fak lêb, lêhb, lihb, fêl, dek, dekûdolab, hîle
fal fal, pêşbînîkirin, diyarkirina bûyerên demên bên
~ girtinewe fal vekirin, pêşbînî kirin
fal telewî, rewşa mirovekî yan heywanekî ku tê de têkiliya cinsî pirr dixwaze
fal awêj, fal bêj, fal çî, fal gir falveker, falbêj, falçî
fal awêjî, fal bêjî, fal çêtî falvekerî, falbêjî, falçîtî
fam fam, fehm, fêm, têgîştin, têgihiştin
fama fama, têgîştî, fehma
famîde famîde, kesa/ê dikare tiştekî binirxîne û wê fam bike
famîn tê gîştin, fam kirin, famîn
fanos fanos, lampe, çira
faqe xefik, tepik, faqe, dav, davik
faris, fars faris
farisî, farsî farisî
fayiz fayiz, faîz, selef, riba
fayl dosye, fayl, belge
fekl e cênîk
fele file, xrîstiyan, mesîhî, îsawî; asûrî, siryanî
felsefe felsefe, fîlozofî
fen (erebî) bn huner
fena wek, mîna, fena, nola, şibî, eynî
fend, feng fen, fend, feng, lêb, lêhb, hîle, lîstik, leyistik, lehîstik
~û fêl fen û fêl, lêb, hîle, xap, xapandin
fener fanos, fener, çira, lampe
feqê feqe, feqî, şagirdê dînî (t îslamê)
feqîr feqîr, hejar, belengaz, jar
fer nirx, hêjatî, hejîtî: Fer î niye qiseyş legel bikeyt Ne hêjayî ye li gel biaxivî jî
feramoş feramoş, nehesibandî, înkarkirî; jibîrkirî
~ kirin feramoş / pûç kirin, nehesibandin; ji bîr kirin
feramoşî sersarî, xemsarî; înkar; jibîrkirin, nehesibandin
fer aqe bend, qeyd, zincîr (t yên pî / ling pê tên girêdan)
fer aş dergevan, kesa/ê karûbarên xaniyekî (t yên îdarî) yên mîna malînê dike
fer dar 1. bihagiran, binirx, hêja, hejî (tiştekî) 2. bikêr, biwec, bikêrhatî
ferde ferde, kîs, torbe, tûrik, telîs
ferec bn fêl ûferec
fereh 1. fire, fireh, fereh, firhe 2. xweşî, şadî 3. bereket, zêdehî
ferheng ferheng, peyvname, bêjename, pirtûkên peyv tê de (li gor rêza alfabeyê yan mijaran) hatine rêzkirin û (bi zimanek din yan bi heman zimanî) hatine rave- û şirovekirin
ferhengok ferhengok, peyvnamok, bêjenamok, ferhengên biçûk; fehengok, çend peyvên rêzkirî
ferîk 1. kerrik, kojik, rizik, çilmik (fêkiyên / keskiyên / sebzeyên) negihayî / negihiştî 2. -terrk, -kelî: ferîkeqezwan kezwanterrk, kezwanên terr, ferîkenok kelînok, kelînuhk, nokên terr
ferkandin ferkandin, li ber nivîsîn, ji ber girtin, kopî kirin, lasa kirin, texlîd kirin
ferkane jibergirî, lasayî, texlîd
ferkar 1. destnîşanî, tilnîşanî 2. şîret, nesîhet; pêşniya, pêşniyar, pêşniyaz, pêşniyad, teklîf
ferman ferman, emir, emr
fermanber fermanber, karmend, memûr, kesa/ê di karek fermî / hukumî de dixebite
fermanberî, fermanberêtî fermanberî, karmendî, memûrî, karê gelemperî / hukumî
fermandar, fermander fermandar, kesa/ê emir û ferman di dest de ne; mîr, prens
fermandarî, fermanderî fermandarî, erkê / hêza dana emir û fermanan
fermanga, fermange fermange, biryarge, qerarge, cihê ferman / biryar / qerar jê / lê tên dan
fermangêr î hukumî, fermî, resmî, fermangêrrî
fermanî fermanî, emrî, împeratîv
fermanr ewa rêveber, serok, serwer, fermanrewa, administrator; walî, mihafiz
fermanr ewayî rêveberî, serok(at)î, serwerî, fermanrewayî, administrasyon
fermayişt kerem: Wek 'Elî fermayişt kirdûwe, ... Wek Elî kerem kiriye, ... (Awayek rêzgirtinê ye li şûna "Wek Elî gotiye")
fermû Kerem bike!
fermûn 1. kerem kirin; kerem bikin 2. gotin (t dema rêzgirtin û qedir û qîmet hemberî kesa/ê tiştek gotiye têt nîşandan) Xwa le Quran da fermûyetî ke... Xwedê di Quranê de kerem kiriye ku... (... gotiye ku...) (Herwa bi tirraneyî / tinazî jî têt bikaranîn:) "Cenabtan" çî defermê? Çi dibêjî, "ezbenî"?
ferq ferq, cuda, cihê
ferş 1. merş, berrik, xalî, xalîçe, mehfûr, hêsîl 2. ferş
fertene firtone, bahoz, barrove, hewayê bi bayek xurt
fertût (kesa/ê ji pîriyê / êxtiyariyê) jitaqetketî, bêtaqet, neşê
ferû perr, perrûpûrtê bi mirîşk û elokan ve
ferwar serdar, serwer
ferxî çeşnek tiriyê hûrî bêdindik e
ferya, feryad bn firya
ferz ferz, gerek, pêdivî, pêwîst, hewce, lazim
ferzîn (di şetrencê de) wezîr
fesl lihevhatin, sulh, rêkeftin, lihevkirin, dijminatiya di navbera xwe herdu aliyan de nehêlan
fetan (dafetan ) ji xwe şerm kirin
fetar perrit(and)î, hincirr(and)î, dirr(and)î
~ fetar parçe-parçe
fetaret birihîn, telifîn, neman, ji holê rabûn, ji navê rabûn
fetîr (hevîrê) netirşkirî, bêhevîrtirşk
fewtan pûç bûn, wêran bûn, kembax bûn, ruxîn, hilweşîn
fewtandin pûç kirin, wêran kirin, kembax kirin, ruxandin, hilweşandin
fewtaw pûç(bûyî), wêran(bûyî), kembax(bûyî), ruxî, hilweşî
felesûf fîlozof, feylesof
fexfûrî ferfûrî, çîn, porselen
fê (êşa) atî, sara, epîlepsî
fêdar atîdar, saradar, epîleptîk, kesa/ê êşa atî / sara / epîlepsî lê ye
fêl fêl, lêb, lêhb, hîle, dekûdolab, lîstik
fêl baz fêlbaz, hîlebaz, lêbker, lêhbker
fêl ûferec dekûdolab, lêb, hîle, fêl, lêhb, xapandin
fênik hênik, hînik, hûnik, hîn, ne germ û ne jî sar
fêr fêr, hîn, hî, hû, elm
~ bûn fêr bûn, hî(n) bûn, elimîn; tamijîn, elma xwe girtin
~ kirdin fêr kirin, hî(n) kirin, elimandin; tamijandin, elimandin xwe
fêrbû fêrbû, hî(n)bû, dijw. zikmakî
fêrdar fêrdar, hîndar, şagird, kesa/ê têt fêrkirin
fêrdarî fêrdarî, hîndarî, ders(dan), wane(dan)
fêrge fêrge, xwendinge, dibistan, qutabxane, cihê lêfêrkirinê û lêfêrbûnê
fêrkar, fêrker fêrkar, fêrker, hîndêr, fêrdêr, hînkar, hînker, perwerdekar, perwerdekar, mamoste, kesa/ê fêr / hîn dike,
fêsan şil bûn, şilîn, şilikîn
fikir fikir, hizir, raman, bîr, pûnij
fikirîn fikirîn, hizirîn, ramîn, pûnijîn
fil an filan: ~ car filan car(ê), ~ kes filan kes, ~ şit filan tişt, ~ û fîsar filan-bêvan, filan û bêvan
fil çe bn firçe
filis, fils filis, hezarêk (yek ji hezarê, 1/1000) ji yekîneya diravî ya Iraqê: 1000 filis 1 dînar e
filîqan, filîqanewe merriçîn, merçiqîn, perçiqîn, pelçiqîn
filîqandin merriçandin, merçiqandin, perçiqandin, pelçiqandin
filîqaw merriçî, merçiqî, perçiqî, pelçiqî, hatî merriçandin / merçiqandin
fil îte felîte, tûle, tolaz, pûç
fil q (1) fehş, fire, mezin (cil û berg, sol û pêlav)
fil q (2) şep, dengê mîna wî dengî yê ji avê têt dema tiştek giran (wek kevir) dikeviyê
fil qê, fil qin, fil qîcan qehbe, qehbik, fahîşe
fil qefil q şeperep, bn fil q (2)
fil t (dev) beş, zêde vekirî
fil tandin minandin, mine-min kirin, bi mine-minkî peyivîn, wa nezelal û dengnizm axivîn ku bi asanî jê neyê famkirin
fil te, fil tefil t mine-min
fil tedeme devminok, kesa/ê wa nezelal û dengnizm axivîn ku bi asanî jê neyê famkirin
fim kif, kif kirin, poz / difin / bêvil / lût ji kilmûş paqij kirin (bêyî ku tila xwe bike tê re)
~ kirin kif kirin
fincan fincan, kûpên qaweyê
find find, şemal, mom, çira, şemalk
finddan finddank, cihê find / şemal lê tên danîn
findiq findiq, fisteq
fir (1) firr, qurt, qurç: fir êk le çay dan firrek li çayê dan, firrek ji çayê vexwarin
fir (2) 1. hay, aga: Fir î be ser dunyawe niye Hay ji bayê felekê nîne, Ji ti tiştî ne agadar e 2. têkilî, peywendî: Fir î niye be ser karekey êmewe Ti têkilî bi karê me ve nîne
firajan firajîn, peresîn, pêş ketin, guhertinên wa tê de çêbûn ku ji berê baştir / kêrhatîtir bibe
firajandin firajandin, peresandin, pêş xistin, pêşve birin, , guhertinên wa tê de çêkirin ku ji berê baştir / kêrhatîtir bibe
firajî firajî, peresan, pêşketin, pêşxistin, pêkhatina hin guhertinan di tiştekî / kesekî / heywanekî de ku wê / wî ji berê baştir / kêrhatîtir dike
firajîwer firajîwer, guherbar, tişta diguhere yan dikare biguhere (t. baştir bibe)
fir an bn fir kan
fir andin (1) firrandin
fir andin bn rifandin
firawan fire, berfire, fireh, firhe, dijw. teng
firawanî fireyî, berfireyî, firehî, firhetî, dijw. tengî
firçe firçe
fire pirr, gelek
fire- pirr-, gele-: fireayînî pirrolî, pirrdînî, geledînî, firehizbî pirrpartî, firekulturî pirrçandeyî, pirrkulturî
fireayînî pirrolî, pirrdînî
firebêj
pirrbêj, zêdeaxiv
fir efir (1) firrefirr, vexwarina firr bi firr û deng ji devê xwe anîn
fir efir (2) pirrepirr, dengê berdewam yê çeng û baskan dema firrinde / teyr difirrin
firehizbî pirrpartî
firehizbayî pirrpartîtî, pluralîzm
fireyî pirrî, gelekî, zêdeyî, mişeyî, zafî
firez qedîfe
fireneteweyî pirrneteweyî, multînasyonal
fir ê avêtin, virr kirin:
~ dan avêtin, virrvirrandin, virr kirin, virr (û) avêtin
fir êdiraw avêtî, virrkirrî; bêxwedî(hiştî), bêxudan(hêlayî)
fir fir e firrfirre, qelûna avî
fir fir oke firrfirrok, pêlîstokek zarokan e
fir fîng persîv, êşa sarmayê
fir ge firrgeh, cihê firrîna balafiran
fir in firrne, firrin, tenûr
fir inde 1. firrinde, balinde, teyr, tilûr 2. firrok, firrinde, tiştên difirrin
fir ink kunên difinan / pozan / bêvilan / lûtan
fir în firrîn, li hewa meşîn, li hewa hatin û çûn (t. bi saya / alîkariya çeng û baskan)
fir îşte firrîşte, melek, melaîket
firîw xap, hîle, lêb, lêhb, fêl, dekûdolab
~ dan xapandin, lê(h)b lê kirin, hîle lê kirin
~ xwardin xapîn, hatin xapandin, lê(h)b lê bûn, lê(h)b lê hatin kirin, hîle lê bûn, hîle lê hatin kirin
firîwandin xapandin, hîle lê kirin, dekûdolab lê kirin
firîwbaz xapînok, hîlebaz, hîleker, lê(h)bok
firîwxor xapînber, kesa/ê bi asanî têt xapandin yan lê(h)b / hîle lê tên kirin
firîz firîz, giyayek e li mêrg û çîmenan şên dibe
fir ka, fir ka-fir ka panîk, bizdîn, behecîn
kewtin ~ bizdîn, behecîn, ketin panîkê
fir kan bîsk, kêlîk, gav: Be fir kanêk ger ayewe Di gavekê de vegerî
fir kan, fir kan-fir kan mat, ecêb, hêbetî, sosret, seyr
fir ke, fir kê pirrepirr, pirrpirr, dengê çeng û baskan dema firrinde difirrin
firman 1. vatinî, erk, kar, xebat 2. rêz. lêker, verb, fiîl
firmêsk rondik, hêsir, esrîn, ava ji çavan têt dema kesek digirî yan giriyê wê / wî têt
fir oke firroke, balafirr, teyare
fir okenehêl dij-firroke, dij-balafirr, çekên dijî firrokeyan tên bikaranîn
fir okewan firrvan, firrokevan, pîlot, kesa/ê firrokeyan difirrîne
firstade peyamber, qasid
firoşga, firoşge firoşge, firoşgeh, dikan
firoşraw firotî, hatî firotin
firoştin firotin, bi pare dan, bi kirrîn / standin dan
firoştinewe vefirotin, dîsan firotin
firset delîv, derfet, firset, firsend, gav, mecal
firşteng bênteng, bênçik, dijw. bênfire
firt, firte firt, liva / lebata tavil û bilez: Firt xoy hawîşt Firt xwe avêt (ango bilez xwe avêt)
~ kirdin firtîn, firte-firt kirin, bi lezûbizav meşîn / hatin û çûn
firtene firtone, bahoz, barrove, tûfan
firzend zarok, dûnde, biçûk
firû: ~ hênanewe xwe tewandin / çemandin (li ber kesekî / tiştekî bi mebesta nîşandana qedir û qîmet)
fir ûc marir, marirk, mirîşkên nûgihayî
fir ûfêl dekûdolab, hîle, fenûfêl
fir ûn firrne, firrin, tenûr
firya, firyad hewar
~ kewtin li hewarê hatin; li hewarê çûn: Xelkîne, firwam kewin Xelkîno, li hewara min werin
~ kirdin hewar kirin, bi bang û gaziyan alîkarî xwestin
firyaguzar xêrxwaz, kesa/ê li hewara hewcedaran diçe
fis fis, fisîn, fisikîn, dengê fisefisê
~ dan fisandin, cotbûna dîk û mirîşkan, karê dîk mirîşkê digê
~fis pal ewan fisto, kesê xwe mêr û mezin dihesibîne lê di rastiyê de ne ti mêr e
fise, fisefis fisefis, dengê "fisss..."
fiske pistîn, dengê pirr nizm (t li ber guhê kesekî)
fiskefisk pistepist, peyivîna bi dengek pirr nizm (t li ber guhê kesekî)
fiş 1. fis, goga / pifdanka / tekerê hewa kêm tê de heye 2. pif, perçivî, nerm û hewayî 3. bn fis
fişe (1) yarî, henek, qerf, tirrane, tinazî, tiştek ne cidî
fişe (2) bn fise
fişegal te tirrane, tinazî, qerf, henek, yarî, galte
fişeker pesno, metho, pesnok, methok, xwemezinker
fişqiyat qerf, henek, tirrane, galte, yarî, tinazî
fitîle fitîl, fitîlk (wek ya fanosê)
fitîr bn fetîr
fitre fitre, fitir
fitwa fitwa
fize deng, pêjn
fîçqe derzî, kutank, şirînqe, enjeksiyon
fîda gorî, cangorî, fîda
fîdayî 1. fîdayî 2. di Iraqa serdema Sedam Huseyn de: komando
fîk fît, fîrr, fîtvedan, dengê fîtefît
fîkan, fîkandin fîtîn, fîtikîn, fît vedan, fîtefît kirin
fîke fîtik, dudik, fîrrfîrrk, fîtok, firîzok, alava pêfîtînê / pêfîtvedanê
~ kêşan fîtîn, fît vedan, fîtikîn
~ lê dan li fîtikê / firîzokê dan
fîkefîk fîtefît, dengê fîtînê / fîtvedanê
fîl fîl (di şetrencê de jî)
fî'l lêker, verb
fîng, fîngefîng kinekin, nalîn, girîna bi kinkinî
fîr an, fîr andin hinav çûn, zik çûn, fîrrikîn, fîşikîn, îshal hebûn
fîrist îndeks, fîrist, fihrist
fîr ke fîrrik, fîşik, hinavçûn, zikçûn, îshal
fîr o (maliyet) pûç kirin, zêde mesref kirin
fîsan şil bûn, şilîn, şilikîn
fîsar (filan û) bêvan
fîsel ziwa, zuha, hişk
fîş fiş, fişefiş, dengê fişînê
fîşal axivîna zêde dirêj û bêkêr
fîşefîş fişefiş, dengê berdewam yê fişînê
fîşek fîşek, teqok, telqe
fît (1) binas, xeta, xeletî, sûc: Axir hemû fîtî ew bû Jixwe hemû binasên / xetayên wê / wî bû, Jixwe ew sûcdarî hemûyê bû
fît (2) ser-bi-ser, beramber, wekhev: Sed dolar bide û fît debîn Sed dolaran bide û em dê ser-bi-ser bin, Sed dolaran bide û em dê beramber bin
fît (3) fît, fîtefît, (dengê) fîtînê / fîtvedanê
fîtefît fîtefît, dengê berdewam yê fîtvedanê
fîz qurretî, pozbilindî
fîzar nalîn, gilî, gazin, xem, derd, kul û kovan
fîzin qurre, pozbilind
fîzya, fîzîk fîzîk
fû pif, hewayê ji dev tê
~ dan 1. pif dan, pifandin, hewa kirinê 2. nazdar kirin
~ kirdin pif kirin
~ tê kirdin pif dan, hewa kirinê
fûdiraw pifdayî, perçivandî, tijî hewa kirî
fûrhe sûlavok, sûlav (t biçûk), cihê ava çem / rûbar lê ji bilindayiyekê dikeve erdek nizm