Serrûpel Hejmar 43, gelavêj 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Zarok

Aisopos: Sê çîrokên kurt


Sê çîrokên kurt

Aisopos

Stêrnasek

Stêrnasek her êvar diçû derve û li stêran dinerî. Dema carekê ew dîsan bi rê ve bû berev derveyî bajar, wî berê xwe dabû esmanan lew hilingivî û ket bîrekê. Rêborekî guh li hawar û gaziyên wî bû, çû nik û gotê: "Wey rebeno! Hind bi sexbêrî li diyardeyên esmanî dinerî ku haya te ji yên sererdî namîne."

Şêr, ker û rovî

Şêrekî, kerekî û roviyekî li hev kir û çûn nêçîrê. Dema wan têra xwe nêçîr kir, şêrî got kerî: "Nêçîrê parve bike." Kerî her tişt kir sê pişkên wekhev û tika kir her yek para xwe rake. Lê şêr xeyidî û ker xwar. Paşî şêrî got rovî: "Nêçîrê dabeş bike." Rovî hemû nêçîr kom kir, tenê çend pirtik bo xwe jê rakirin û hemûya dî bo şêrî hêla. Dema şêrî jê pirsî ka rovî ji kê wa elimiye, rovî got: "Ji bextê reş yê kerî."

Du beq

Dema av ji lîça jîngeha du beqan hişk bû, ew bo xwe li lêgehek nû gerrîn. Wan bîrek dît û yekê got: "Divê em xwe biavêjinê." Lê ya dî got: "Lê eger ev jî ziwa bû?"

Ji te, şîretên van çîrokan çi ne?

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Site hosted by Angelfire.com: Build your free website today!