Ma ne duh bû
dawet û dîlana keça kej ya daristanê,
û hemû dilşad bûn?
Ew firrindeyek sivik û kaniyek zelal bû,
ew rêçikek nehînî û deviyek rûgeş bû,
ew şevek havînî ya mestbûyî û wêrek bû.
Ew bêşerm bû û bêqam dikenî
çiku ew keça kej ya daristanê bû;
wê amûr ji pepûkekî deyn kiribû
û awaz dijenandin û ji ser golekê diçû ya dî.
Dema daweta keça kej ya daristanê bû,
li rûyê dinyayê ti bextreş nebûn:
keça kej ya daristanê ji bêsebriyê filitiye,
ew kej e û hemû xewnan dihedîne,
ew zer e û hemû daxwazan hildîne.
Dema daweta keça kej ya daristanê bû,
razî bûn kaj li nav xîzan
û serbilind bûn çam li rizdeyan
û kêfxweş bûn qaç li berrojan
û gulên biçûk her yekê pistokên spî hebûn.
Hingê daristanê tovê xwe dadiwerand dilê mirovan,
golên avê yên birqok di çavên wan re diteyisîn
û pelatînkên spî bênavbirr di ber re dipirrpirrîn.