Serrûpel Hejmar 42, tîrmeh 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Nirxandin

Fuat Akpinar: Dora Kurdistanê ye
Şahînê Bekirê Soreklî: Emerîka û nefreta li hember wê
Cankurd: Vesazandina cîhanê, û hişmendên emerîkî
Meşal Temo: Rewşenbîrî piştî herifandina pûtan
Zerdeşt Haco: Gotar li pêşangeha pirtûkên kurdî
Mehmet Şahîn: Gotar di civîna KNKê de
Lokman Polat: Xelatên edebiyatê
Polat Can: Xwezî pirsgirêk ev tenê ba!
Lokman Polat: Şer û siyaset
Fuat Akpinar: Diktator hemû newêrek û tirsonek in
Lokman Polat: Weşanên herêmî
Fuat Akpinar: Rojên dawîn yên xumeynîzmê
Fuat Akpinar: Rojên esadîzmê jî nemane
Fuat Akpinar: Serxwebûn


lisazxistina cîhanê ji nû ve
û sira hişmendên amerîkî (*)

Cankurd: kurdayeti@hotmail.com

Li Amerîka berî hilweşandina dîwarê Berlîn guftegotinên dirêj di navbera roşenbîran da pêda bûn li ser têkiliya Rojava û Rojhilat, li ser sira Amerîka di rêbertiya cîhanê da û li ser şêweyê dan û standinê bi derveyî Amerîka re.. Navên roşenbîrên mezin wek Paul Kennedy, Francis Fukuyama, Charles Krauthammer, Samuel P. Huntington, Allan Bloom, Robert D. Kaplan, Joesph S. Nye, Robert Kagan û hinek din ji zû ve tên nîşankirin û li teviya cîhanê tên ser zimên.

Sala 1987ê pirtûkek bi nav û deng ji aliyê dîroknasê birîtanî Paul Kennedy ve, ku li zanîngeha Yale ya amerîkî kar dikir, derket ber rohniyê. Navê pirtûkê "Hilbûn û ketina hêzên mezin" e. Li gor dîtina vî dîroknasî hêz û deselatiyên mezin hêza xwe winda dikin gava ewan nekaribin xwe ji aliyê aborî ve pêş ve bibin, hêzêd xwe yên leşkerî li gelek deran têxînin pevçûnan, û viyana çêkirxaneyên wan nemîne û dayînên mal û pere bo çekan her û her pirtir bibe. Ew rewşt û nîrên, ku li Amerîka di salên heştê da tîne ber çavan û dide ber rewşta Birîtaniya piştî dema vîktoryanî di destpêka sedsala çûyî da û wilo xemên xwe tîne zimên, ku Amerîka jî dê wek hêzên mezin ên berê li cîhanê hilweşe û dakeve. Van prognozên Paul Kennedy di nav roşenbîrên amerîkî da, çi siyasetmend û çi aborîzan, deriyê gengeşe û diyalogek fireh vekir. Gelek amerîkanan piştî xwendina pirtûka Paul Kennedy êdî guman li ser hêzdariya welatê xwe danîn û hinek jî ev dûrokvan wek "pêxemberê têkçûnê" bi navkirin.

Lê belê piştî sazmana komonîst li Sovyêtistanê hilweşiya ba bi ser bêdera Amerîka ve hat û rewş di teviya cîhanê da hat guhartin. Hîn berî hilweşandina dîwarê Berlînê, xûngermiyek mezin li Amerîka pêda bû û Francis Fukuyama di sala 1989ê da gotarek bi nav û deng di kovara The national Interest da bi navê Dawiya dûrokê belav kir û pişt re ew gotar hat firehkirin û di sala 1992ê da wek pirtûkekê derket û dengê wê li teviya cîhanê hat vedan. Di vê pirtûkê da Fukuyama dibîne, ku dawiya şaristaniya rojavayî ne hatiye, ew hêzdartir dibe û dibe yekemîn deselatdariya cîhanî, ku hemî bingehên lîskên ramyarî û sazdariya aborî biryar dike, di hemî waran da, çi çandeyî û çi ramanî, kesek nema dikare raberî wê derkeve..Lê li hember wa baweriya tijî hîvî fîlosofê aborîzan John J. Mearsheimer bi gotarek xwe ya bi sernavê Bi şûn ve bo paşerojê di sala 1990î da, ku di kovara International Security da belav kiribû, anî zimên, ku hêminî di civata aborî ya ewrûpî da namîne, wê welatên ewrûpî bi paş ve vegerin pevçûnên xwe yên netewî, wek dema berî cenga cîhanî ya yekemîn, û ne dûr e, ku di nav wan da cengên xwînî jî çêbin. Ji wan xem û gumanên wî cenga Balkanê derket holê û pevçûnên ramyarî di navbera England û Fransa da li ser cenga dij bi sazmana Seddam Husên di ber çavên mera re derbas dibin.

Bêguman di dema fermandariya serakê amerîkî George Bush da cenga rizgarkirina Kuweytê ji zorbaziya Seddam Husên sala 1990-1991 çêbû. Hîngê gelek li ser avakirina "Sîstema Cîhanî ya Nûjen" pir hat peyivîn û hewaldan. Serakê amerîkî ew ceng ajot û sî dewletên din bi wî re ketin di nav da û UN jî ew rê da bo wê cengê. Lê kurê wî George W. Bush, dîsa li ser baweriya, ku Amerîka rêbertiya vê sîstema nûjen dike, avêt ser sazmana îraqî ya xwînî, bê ku pişbaziyê ji UN bistîne..

Di navbera herdu cengên dij bi sazmana îraqî da, gelek bûyer di cîhanê da çê bûn û pir jî li ser "Modêla Demoqratî ya Amerîkî" hat gotin û belavkirin. Pirtûkbelavê namdar Charles Krauthammer li ser "Destpêka Unîpolarê" di cîhanê da û li ser ciyê Amerîka yê tev li pêş di ramyariya cîhanî da peyivî û Samuel P. Huntington hîn di sala 1991ê da li ser "Demokratîkirina cîhana sêyemîn" nivisand. Lê dîsa jî kesên wek Seddam Husên deselatiya xwe paristin û gelên xwe pelixandin.

Di sala 1993ê da Samuel P. Huntington pirtûka xwe "Li hevketina şaristaniyan" derxist û tê da li ser aliyekî dî ji sîstema cîhanî ya nûjen peyivî. Huntington giranî neda serketina ramyarî ya welatên demokrat an hêzdariya aborî ya rojava. Li ba wî rast hinek dewlet bi hêza xwe ya ramyarî û aborî dikarin pir hikariyê di pêvajoya cîhanî da bikin, lê tiştê di wir da pir bi hêz paşdîwarê wan ê çandeyî ye, pevçûna çandeyên cîhanî dînamîka sîstema nûjen pêda dike. Li ba wî heşt giloverkên çandeyî yên mezin li cîhanê hene: Şaristaniya Rojava (Amerîka û Ewrûpa), baweriya Konfuşiyusî (Bi giranî li Çînê), Japon, Islam, baweriya Hindistanî, Ortoduksiya Silavî, Latîn Amerîka û Afrîka?!). Ew gumanê dibe ser hebûna baweriyek afrîkî ya giştî.

Ew dibîne, ku piraniya cengan û pevçûnan ji ber li hevketina van giloverkên çandeyî pêda bûne û pêda dibin. Berhevhatina Japon û Rojava li ba wî tiştekî ne wilo ji dil da ye û ne jî xort e, ew ji jarbûna Japonê piştî cenga cîhanî ya duwemîn ve hatiye. Amerîka û Ewrûpa jî li gor dîtina Huntington bi guman li hember hevdu rawestiyane, lê rewş ne gihaye pevçûna mezin. Ji xwe hîn di sala 1987ê da Allan Bloom di pirtûka xwe ya bi sernavê Girtina mejiyê amerîkî da hatibû ser mijara gumanên çewt li hember Ewrûpa di nav zana û zakoyên amerîkî da, lê diyare Huntington gotinên wî yên giring avêtibûn paş guhên xwe..

Hikariya pirtûka Samuel P. Huntington di civata roşenbîriya amerîkî da fireh bû û bi taybetî gava kesên navdar ên wek Rober D. Kaplan bi gotarên xwe wêneyekî cîhana ji hev ketî û dest ji ber xwe berdayî li hember Amerîka derxist ber çavêd roşenbîran û ceng li Balkan, Somaliya û Ruwanda di navbera gelan da pêda bûn û Amerîka xwe wek bavê zarokan xist nav pevçûnan.. Li Rojavayê Afrîka ji salên 90î ve nema dewletek dikare hêzên dij bi hev di nav sînorên xwe da bipelixîne, roj bi roj gel ji aliyê jimarê ve pirtir dibin, astengên aborî dijwartir dibin, tiving dikevin destên her xortekî, kartêlên narkotîkê hêzdartir dibin, bi terzekî, ku ceng bi zûkî di navber komikên gelêrî da pêda dibin û dijwariya teqîneke mezin li teviya wan welatan nêzîktir dibe. Ev dijwarî li gor hişmendên amerîkî ne tenê aborî û ramyarî ye, ew dijwariyek çandeyî ye li ser teviya şaristaniya rojavayî ye..

Bi guhartina deselatdariya amerîkî ra, çûyîna Bill Clinton û hatina George W. Bush, ne tenê hîviyên demokratîkirina welatên dûr di dilê roşenbîrên amerîkî da jar bû, belê hinek ji wan li xwe hişyar bûn, ku demokratiya amerîkî jî pir gavan bi şûn ve diçe.. û bi taybetî gava bizava Clinton, ku aştiyê di navbera Barak û Arafat da pêda bike bi ser ne ket û prosêsa aştiyê di nîvê rê da têkçû. Di Rûniştina Millenium a saziya bazarganiya cîhanî da li bajêrê amerîkî Seattle li bakurê rojava berxwedana gelêrî ewqas xort û tund bû, ku ew rûniştin ne giha armanca xwe.

Tersî Paul Kennedy û ramanên wî di têkçûna Amerîka da Joseph Nye sala 1990î pirtûka xwe Bound to lead belav kir, tê da rêberiya Amerîka di cîhanê da bi hinek bingehan bi cih kiriye, ew sê acetên hêzdariya Amerîka tîne zimên: xortbûna aborî, xortbûna leşkerî û nermiya bi karanîna wê hêzê, di aliyên çandeyî û hikariya xwe di nav saziyên navnetewî da. Amerîka li gor J. Nye ber bi jor ve hildikişe, lê pêwîste, ku Amerîka gelek astengên nû yên li ber wê ne ji pêş xwe bavêje. Di vê pêşkeftina mezin da wek encamên cîhanîkirina aborî, çandeyî û ramyarî, pir rêgirt û astengên nû pêda bûne û pêda dibin. Paş demekê û hinek guhartinên, ku çêbûne, Joseph Nye pirtûka xwe ya dî Paradoksa hêza amerîka- Bo çi superhêza tenha di cîhanê da bi tenê xwe nikane?” Ew dibîne, ku polîtîka cîhanî wilo tev li hev bûye, bi nav hev ketiye, wek lîskeka Çitrengê ji sê sewiyan e. Ji aliyekî ve berhevhatin heye, ji aliyekî ve bi ser xistina hêza leşkerî heye û ji aliyê dî ve pevçûna ji bo hêzdariya aborî heye. Amerîka di cenga leşkerî da nema ji kesekî ditirse, lê belê li hember wê wek hêzek aborî Ewrûpa bi yekbûna xwe ya fireh û mezin pêda bûye, di ber wê yekê re jî hêzên mediya ya serbixwe, saziyên mirovane, sermiyandarên cîhanî yên bi hêz, ku dixwazin ciyê xwe di rêberiya cîhanê da bigirin. Li ba Joseph Nye wê şaşiyek mezin be, eger Amerîka aliyekî vê lîskê ji bîr bike an xwe bi sewiyekê ve gêro bike û yên din bihêle.

Pêşzanê rêberiya amerîkî di polîtîka cîhanî da Zbigniew Brezinski ye, ku bi lêkolînên xwe yên nazik û geostratêcî “Hêza cîhanî ya tenha- Stratêciya Amerîka bo serkêşiyê”, sala 1997ê li Amerîka ji Joseph Nye bêtir deng daye, ji ber ku ew li ser hevkariya navnetewî di polîtîka cîhanî da wek Nye ranewestiye. Lê belê lêdana têrorî ya 2001ê li New York û Washington diyar kir, ku gotinên Joseph Nye di cî da ne. Serakê amerîkî jî Gorge W. Bush xwast wek Nye gotiye hevpeymanek navnetewî ya mezin û fireh pêda bike, wek çawa bavê wî berê kiriye, lê mixabin! ramyariya amerîkî di van mehên paşîn da bi aliyekî dî ve çû. Eve jî paradoksekê derdixîne pêş, ji ber ku di dema pêdiviya hevkariyek cîhanî li hember têrorê Amerîka bi lez û bez li ser pêyên xwe tenê dibeze û li hevalêd xwe çavnake..

Robert Kagan dibîne, ku Ewrûpa wek berhevkirina kuvarkan piştî baranê bi zûkî welatên Ewrûpa Rojhilat dixîne zembîla xwe û dixwaze bi wê yekê li hember Amerîka bibe hêzek cîhanî di vê yekê bi ser nakeve, ji ber ku ew ji aliyê leşkerî ve ne bi hêz e. Ev rewşa Ewrûpa ya piştî cenga li Iraqê 2003 lîska Çitrengê, ku Nye wek nimûne aniye, tîne bîra me. Amerîka xwe bi hêza xwe ya leşkerî piştrast dike û me dît çawa Fransa û Almaniya ne kanîn tiştek bikirana bo rawestandina cengê di Iraqê da.

Bill Emmott, ku polîtîka cîhanî û aboriya cîhanî bi xweşî bi hevdu ve girêdide, bi firehî li ser nebaşiyên Kapîtalîzmê dipeyive û tîne zimên, ku ew ezeziyê, bêdilovaniyê û newekheviyê pêda dike, lê li gor dîtina wî kapîtalîzm pêşkeftina şaristanî, başkirina jînê û jîndariya polîtîkê bi xwe re tîne. Ew serkêşiya Amerîka ji cîhanê re ji sedala 20ê û vir da tiştekî hişmend û baş dibîne, çiku Amerîka ne ba ne Faşîzm, ne Nazîzm, ne Japonîzm û ne jî Komonîzm dihatin roxandin. Ew pêşnekeftina demokratiyê di welatên wek Çîn, Hind û yên Ereb û afrîkî da bi serneketina kapîtalîzmê ve girêdide û ji ber ku bê pêşkeftin di warên teknolocî, avedanî, bazarganî û çêkirinî da demokratî jî bi ser nakeve. Raste wê Çîn û Japon li welatên Asiya sirek mezin di polîtîkê û di aboriyê da bilîzin, lê dîsa jî Amerîka bi zûkî û asanî serkêşiya cîhanî ji dest nade.

Van nêrînên roşenbîran, ku her yek ji wan bi zanayî û karên lêkolînî yên mezin hikariyên xwe li dîtina Mala Sipî û deodora wê kirine û dikin û ji ber ku van nêrîn di gelek waran da li hember hev û din derdikevin, lew re di ramyariya amerîkî da, di liva Mala Sipî da jî pir caran tevlihevî pêda dibe.. Lê Mala Sipî hinde caran jî tew guh nade roşenbîr û lêkolînvanan, ew polîtîka xwe li gor raporên CIA dike, çi rast û çi çewt wan agahiyên ji CIA ve tên Mala Sipî dibin egera livbaziyên wê di cîhanê da, wek mijara çekên tevkujiyê û cenga di Iraqê da îsal. Mala Sipî ji kesekî bawer ne kir, tenê ji berpirsên ajan û çavikên xwe bawer kir û me dît li dawiyê çi bû. Niha ne dîtina çekên tevkujiyê di Iraqê da bûye astengek mezin li pêş fermandarên amerîkî, nizanin çi bikin, ku wê tengiyê teva bikin.

---------------------------

(*) Bingeha vê gotarê:

- lêkolîna Prof. Dr. Wilfried Bredow e, ew lêkolîn Furcht und Führungsanspruch di FAZ (05.04.2003) da hatiye belavkirin.
- Bill Emmott, Visiyona 20/21, sazkirina cîhanê di sedsala 21ê da..
- Werner Link li ser pirtûka Robert Kagan ( Deselatî bê deselat- Amerîka dij bi Ewrûpa di sazkirina cîhanî ya nû da), FAZ 28.03.2003

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Site hosted by Angelfire.com: Build your free website today!