Çi cara serê xwe deynim ser balîfê, tu ji çavên min diherikî...ne yek ne
du, ne sê...tu hewqas pirr bûyî di jiyana min de...
Ez bahlîfa xwe biguherim, tu dê ji bîra min herî?
şaîr gotiye "Evîn hespeke cilspî ye û eslen herkes nikane lê siwar bibe."
Tu qet li hespa siwar bûyî?
Tu dizanî ku hesp azadî ye jî?..
Ez nezîkî azadiyê bûm û nezîkî evînê... Nehiştin ku ez li hespê swar bim. Birînkirin, ketim erdê!
Tu qet birîndar bûyî?
Birîna ku kes nikane bipêçe...
Ez bahlîfa xwe biguherim tu dê ji bîra min herî?
Ez hîn di bîra te de me, an te ez ji bîr kirim? Tu di sûkê de bigere û
dergûşê dar biçûk bibîne, ezê werim bîra te?
Te ez ji bîr kiribim, ji xwe dergûş nayê bîra te... Te soz da ku ji min re bikirî. Te soza xwe ne anî cî!
Tu zanî... Ezê bikirim, xeyal û hêviyên xwe tê de bilorînim, ji bo ku
negirîn... De lorî lorî..
Ez bahlîfa xwe biguherim tu dê ji bîra min herî?
Masîkî li kû bibînim, tu dê werî bîra min. Te ji masî gelek hez dikir.
Te qet dîtiye masî giryaye?
Bawer nakim ku te dîbe... dibêjin wexta YAR dehere, di derya evînê de
Digirî...
Tu qet giryayî ji bo evînê?
Giriyê bi dizî...
Çi cara serê xwe deynim ser balîfê, tu ji çavên min diherikî... Ne yek, ne du, ne sê... tu hewqas pirr bûyî di jiyana min de...