Dostaniya bê sedem çêdibe herdem dostaniyek binirx e.
Arthur Van Schendel
Dostanî afirandiyek e ku herdem bo xwe li dostan digere.
Plutarkhos
Dostanî dîtina hevpariyê ye.
Platon
Di navbera du dostan de du peyv bes in.
pendek fransî
Dost mirovek e ku dikarim li gel rastgo bim.
Ralph Waldo Emerson
Edetên hevpar xurttirîn benda dostaniyê ye.
Gaius Plinius Caesar Secundusê biçûktir
Dostê min ew e yê min wek çawan im qebûl dike.
Henry David Thoreau
Dost ew e yê dikarî pê re wek xwe bî.
Frank Crane
Nikarî min hem bikî dost û hem jî pesndarê xwe.
William Penn
Şaşiya dostê xwe destnîşan bike lê wî nehêle.
Columbanus
Baştir e ew dost yê rexneyên wî te çêtir bikin ji yê pesnên wî serê te germ bikin.
Augustinus
Ew jî dostî ye ku dost bi pêşînî bên hişyarkirin.
Gaius Lucilius
Bi taybetî di wan mijaran de asan e em li dostên xwe bibexşin yên ne girêdayî me ne.
François de La Rochefoucauld
Ji rewişt û tebîetê dostên xwe haydar be lê wan nenifirîne.
Quintus Horatius Flaccus
Rewişta dostê xwe binase lê hûr nebîne.
Pulilius Syrus
Dost ew e yê tehemila kêmasiyên dostên xwe dike.
William Shakespeare
Dema ji Diogenes hat pirsîn ka dostî çi ye, wî bersiv da: - Dema du giyan di bedenekê de dijîn.
Aristoteles
Çi ye evîn? Du giyanên di bedenekê de hevbûyî. Çi ye dostî? Du beden lê yek giyan.
Joseph Roux
Bê dost tu mîna destê çepê yî bêyî destê rastê.
Salomo ibn Gabirol
Dostî evîna bêbask e.
Lord George Gordon Byron
Dostî giyanê giyanan e.
Lope Félix de Vega y Carpio
Ti kes dê nexwaze bê dost bijî tevî ku wî her tiştê dî hebe jî.
Aristoteles
Tenê Xwedê dikare ji dostê rast çêtir be.
Titus Maccius Plautus
Dostiya biqede ti car dest pê nekiriye jî.
Publilius Syrus
Nirxek bilind bide dostaniya dirêj çiku ew jî wek mey û badeyê sal bi sal baştir dibe.
George Pettie
Dostaniya rastîn hêdî şên dibe û dê geş nebe eger reh û rîşên wê negihin wê ya ku ji herdu dostan re bihagiran e.
Lord Chesterfield
Dostanî giyayek e ku hêdî şên dibe; divê ew bikeve belayan û xwe rabigire ta ku bibe hejî navê: dostaniya rast.
George Washington
Nîne dostanî ya neşkê, nîne hêvî ya armanca wê ne dostanî be. Hêvî û dostanî kêm peyda dibin, hêdîka bi cî tên û ne îhtimal in lê bêyî wan mirov dê di belayan de bextreştir bin.
Mirko Bojitch
Bihagirantirîn mal û samanê min dostek hişmend û pêbawer e.
Daryus
Tu bêhiş î eger dewlet û dewlemendî bo te ji hevalên pêbawer watedartir bin.
Euripides
Ji hebûnan dostê baş û pêbawer yê herî bihagiran e.
Ksenofon
Dostê rastîn hêjatirîn diyariya me ye tevî ku em hema fikrekê jî gorî nakin.
François de La Rochefoucauld
Min dest pê kiriye bûme dostê xwe.
Hekataios
Mirov çêtirîn dostê xwe ye.
Aristoteles
Her kes ji xwe hez dike çiku her kes bi xwe ji xwe re bihagiran e. Û eger nikarî vê hestê raguhêzî dostaniya xwe, eger hest bi hezkirina ji ezatiya xwe ya dî nekî, dê ti carî dostek rast peyda nekî.
Marcus Tullius Cicero
Eger kesek li gel te ne aşt be, nepê ku ew dostê kesî be.
Robert Bland
Dost çi ye? Ez-ek dî ye.
Zenon
Dost ez-ê dî ye.
Pythagoras
Tu ji min re ez-ê dî yî.
Augustinus
Dostanî dûr dikeve, eger hertim neçar bî wê bi delîlan diyar bikî.
Kungfuçe
Bêdengî rewşek e ku xebat û hemû jiyana hevpar radipêçîne. Pêdiviya dostaniyê bi axivînê nîne - ew tenêbûn e bêyî hesta bêkesiyê.
Dag Hammarskjöld
Tan û çeper di navbera dostan de jî baş in.
pendek fînî
Ez bi xwe hem dost û hem jî dijminê xwe me.
Mahabharata
Nebeze dostaniyê.
Solon
Destê xwe raberî her kesî neke.
Plutarkhos
Destê xwe hew biêşîne bi silavkirina her çûçeloka nûqelpayî.
William Shakespeare
Tu rêber, malvan û serdarê min î.
Dante Alighieri
Tu rêber, fîlozof û dostê min î.
Alexander Pope
Baştir e ku dostên te te bixapînin û tu wan nexapînî.
Johann Wolfgang von Goethe
Pirr sivik e yê her carê dostê yekî ye.
Hesiodos
Dostên te dost hene û dostên dostên te jî dost hene.
Tewrat
Baştir e ku te dostek binirx hebe li şûna gelek nasên hewante.
Anakharsis
Gelekiya dostan tê wateya neyîna dostan.
Aristoteles
Dostanî hevtayî ye.
Pythagoras
Dostanî li dinyayê kêm peyda dibe û herî kêm jî di navbera kesên hevta de.
Francis Bacon
Dostanî her hal têkiliyek bi temamî hevta ye.
Henry David Thoraeu
Dema em berdiliyên xwedayan bin, pêdiviya me bi dostan nîne.
Euripides
Dost demdiz in.
Francis Bacon
Eger tu xwenda bî, çima bêriya mirovan bikî.
Bhartrihari
Dewlemendiya yê xwenda ji hindirr ve dizê.
Phaedrus
Dostanî û evîn tenê peyv in ta kesek te geşiya xwe jê re paş xistiye dibînî.
John Gay