Kovara MEHNAME neçar maye di dîroka pêncsalî ya weşana
xwe de bijantirîn biryarê bistîne ku bi vî awayê jêrîn
e:
"Mehname nivîsarên li ser, ka Kemal Burkay - wek di
medyaya kurdî û tirkî de hatiye baskirin - çûye yan
neçûye Tirkiyeyê, naweşîne. Hem nivîsarên angaşt dikin
ku ew çûye û hem jî yên îdia dikin ku ew neçûye dê ji
alî me ve neweşandî bimînin. Herwiha dê cî ji
nirxandinên li ser vê mijarê re jî di Mehnameyê de
nebe.
Mehname lêborînê ji herdu aliyan hêvî dike. Sedema
neweşandinê ew e ku aliyekî dijberên xwe bi kemalîzmê
û aliyê din jî rikeberê xwe bi ajaniyê tawanbar
kiriye. Derfet di destê Mehnameyê de nînin ku van
angaştan rast yan derew bipeyitîne.
Lê wek ta niha, ji niha pêve jî Kovara MEHNAME bo
herdu aliyan û her kesek din jî vekirî ye. Li ser
mijarên derî vê, herdu alî dikarin bi azadî berhemên
xwe bigihînin me. Ger wa bikin, Mehname spasdarî wan
e."
Digel bedewtirîn silavên dostaniyê
Kovara MEHNAME
mehname@yahoo.com
http://welcome.to/mehname
______________________________
* Mehnameyê ev name gihandiye wan aliyan yên li ser vê mijarê yek yan zêdetir nivîsar bo weşandinê gihandibûn me.