Serrûpel Hejmar 43, gilavêj 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Nirxandin

A. Meretowar: Nîşaneke vejîna edebiyata kurdî: Hesenê Metê
Maruf Yilmaz: Pedagojî û teoriyên perwerdegariyê -2-
Polat Can: Geriyanek di cîhana wêjeya nûjen ya kurdî de
Lokman Polat: Hunera gotinê
Dara Bilek: 38 sal ji damezrandina Partiya Demokrat ya Kurdistana Bakur
Fuat Akpinar: Mistefa Barzanî - mîlada fikra Kurd û Kurdistanê
Marûf Yilmaz: Barzanî dengê hingê û yê niha ye
Fuat Akpinar: Lihevkirina Kadekê û Amerîka pîroz be
Polat Can: Pirsgirêka perwerdeya zimanê kurdî li Ermenistanê


Dibêjin “Her derdekî dermanek heye!”

Pirsgirêka perwerdeya zimanê Kurdî li Ermenistanê

Polat CAN: avasin2002@yahoo.com

Kurdên Ermenistanê ku ev bû 70 salin dersên Kurdî dibînin h3in jî pirsgirêka ders, meteryal û mamoste û stile zimanê tên jiyan kirin. Ji bona çareserkirina vê pirsgirêkê jî, komek ji ciwan û zanayên Kurdên Ermenistanê dest bi kampaniyakê kirin, lê çi mexabin ku herî zêde jî rewşenbîran(paşverû) astengiyan li pêşiya vê kampaniyayê derdixin. Ew bi tîpên kirîlî razî ne û bi pirtûkên peritî yên dema Suvyetê jî qayîlin, lê ne mamoste û ne jî xwendevan bi vê yekê razî ne...

Niha jî kampaniya dewam dike û hêviyek heye ku dewleta Ermenistanê tîpên Latînî bi fermî bipejîrîne û derfeta dersên Kurdî di dibistanan de bide.

Ka em niha jî li derdê wan guhdar bikin û ji derdê wan re dermanekî bibînin.

Pêdiviya wan bi çavkaniyan heye

Li herêma Elegezê li 11 gundan 450 zarokên kurd perwerdehiyê dibînin. Her çiqas nêzîkî 70 salî ye ku li wir perwerdehiya bi kurdî tê dayîn jî hê problemên wan ên perwendehiyê çareser nebûne.

Di vî warî de mamoste diyar dikin ku gelek zehmetiyên wan hene û dixwazin ku di şûna alfabeya krîlî de, alfabeya latînî bibe alfabeya fermî û wê bi kar bînin. Mamoste dixwazin ku saziyên kurdan di vî warî de hewldanên xwe zêde bikin û wezareta perwerdehiyê jî pejinkar tevbigere.

Li Elegezê di sala 1930'î de bi hewldana mamosteyên kurd û ermenî digel zimanê ermenî û rûsî bi alfabeya krîlî dersên zimanê kurdî jî hatin dayîn. Bi hilweşîna pergala Sovyetê re li Kazakistanê alfabeya latînî bi awayekî fermî hate pejirandin, lê li Ermenistanê tişt neguherî. Momeste di vî warî de nerazîbûna xwe tînin ziman.

Li 11 gundan ders tê dayîn

Li 11 gundên Elegezê bi alfabeya krîlî hefteyê du saetan dersên zimanê kurdî didin xwendekarên kurd. Hejmara xwendekarên ku dersên kurdî dibînin 450 ye. Digel Elegezê li gundên Şamiran û Talînê ku kurd tê de dijîn jî dersên kurdî têne dayîn. Ji bilî van li Mala Kurdan a Ermenistanê jî dersa kurdî didin zarokan. Li her derê pirsgirêka bingehîn çavkanî ne.

Bila alfabeya latînî bê pejirandin

Li dibistanan mamoste bi krîlî dersê didin zarokên kurd, hin ji wan bi dizî be jî alfabeya latînî şanî zarokên kurd didin, lê ew dibêjin ku di vî warî de çavkaniyên wan kêm in. Li gorî gotina wan çavkaniyên wan ên ku hene jî çavakaniyên kevn in û pêdiviya wan bi çavkaniyên nû ku li ser alfabeya latînî ne hene.

Dewletê heta niha alfabeya latînî bi awayekî fermî nepejirandiye. Ji ber vê yekê jî mamoste însiyatîfa xwe bi kar tînin. Mamosteyekî ku li gundê Dêrikê dersa kurdî dide, zarokan li ser pirsgirêkên dersdayîna xwe wiha dibêje, "Hefteyê saetekê bi alfabeya latînî, saetekê jî bi alfabeya krîlî dersê didim zarokan. Zarok alfabeya latînî zûtir hîn dibin. Lê ji ber ku pirtûkên me nîn in, encama ku em dixwazin, em nikarin bi dest bixin."

Alfabeya krîlî heye, latînî ne fermî ye

Mamosteyeke li Elegezê jî wisa dibêje: "Alfabeya krîlî fermî ye, latînî ne fermî ye. Em ne krîlî, dixwazin bi latînî dersê bidin. Ji ber ku pirtûk bi latînî nîn in û ne fermî ye jî şertên me yên dersdayînê gelekî kêm in û em di nav zehmetiyan de ne."

Mamosteyek bi navê Alî Riza ku li gundê Riya Teze dersê dide, dide zanîn ku bi latînî dersdayîna li ser milê mamoste û midûran e û wiha didomîne: "Ger mamoste û midûr bixwazin bi rehetî em dikarin bi latînî dersê bidin. Gava dilê wan bixwaze dihêlin, gava nexwaze nahêlin. Midûr ji min re got, 'Ji dewletê biryara fermî were, emê bihêlin, biryar neyê em nahêlin' alfabeya latînî jî hê bi awayekî fermî nehatiye pejirandin."

Mamoste jî xwendekar jî li benda çareseriyê ne. Li gorî gotina mamosteyan saziyên ziman ên li Ermenistanê di vî warî de têrê nakin, pirtûkên ku di demên dawîn de bi latînî hatine çapkirin jî ne bes in. Mamoste ji bo pêşketina zimanê kurdî bang li saziyan dikin û piştgiriyê dixwazin.

Li wir dîroka perwerdehiya kurdî

Li Azarbaycanê di salên 1920'an de dest bi dayîna zimanê kurdî hate kirin, li Gurcistanê heta vê dema dawîn jî bi awayekî fermî ders hate dayîn. Li Ermenistanê jî dersa ku di dema Sovyetê de hatibû destpêkirin hê jî didome. Li Sovyetê pêşîn bi alfabeya krîlî ders dest pê kir. Wê demê Hamup Xazeryan (Lazo) û hevsera wî Volga ku ji herêma Beyazit hatin, dest bi xebata alfabeyê kir. Ew ermen bûn, lê kurdî baş dizanîn û ders dan zarokên kurdan. Di sala 1929'an de pirtûkeke alfabeyê bi navê 'Şems' derdixin. Yekem car pirtûka alfabeya latînî ji aliyê Îshak Maragola ku asûrî ye û profesorê kurd Ereb Şamîlov ve tê amadekirin. Piştî vê di gelek weşanan de alfabeya latînî tê bikaranîn.

Koma rewşenbîrên kurd

Piştî salên 1940'î bi guherîna polîtîkaya dewletan re astengî li hemberî weşanên ku bi latînî dertên dest pê kir. Ji ber vê yekê gelek nivîskarên ku bi latînî pirtûk nivîsandibûn, mecbûr man ku bi krîlî jî binivîsin. Dewlet di zagona perwerdehiyê de guherînê pêk tîne û pêşniyaz dike ku li her derê krîlî bê bikaranîn. Ji bo amadekirina gramerê hin rewşenbîrên wekî Heciyê Cindî, Ereb Şamîlov, Nadir Mahmûdov, Nado Xido, Wezîr Nadirî têne peywirdarkirin. Di sala 1944'an de êdî dersa kurdî bi awayekî fermî tê dayîn, ji ber vê yekê jî berhem bi alfabeya krîlî têne amadekirin. Ji wê rojê ve li Ermenistanê bi alfabeya krîlî ders tê dayîn. Li ser alfabeya latînî hin hewldan hebin û hin berhem hatibin derxistin jî bi awayekî fermî nehatine pejirandin.

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Site hosted by Angelfire.com: Build your free website today!