Serrûpel Hejmar 42, tîrmeh 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Nûçe

Bernameya Şevbuhêrka Pirtûkên Kurdî
Ji civîna Komisyona çande û perwerdeyê encamname
Ji PENa Kurd name bo serokên kurdan
Kovara Nûbûn li şûna ya Dîcle derdikeve
"Karapetê Xaço" û Salihê Kevirbirî li dadgehê
Ev sal ya Cigerxwîn e


Bi boneya Roja Zarokan ji hin rêxistinên kurdî

Daxwiyanî

Bi helkeftina roja zarokên cîhanî di 25/06/ ji her sal, li dor 200 zarokên kurd di kolana Mezê re berê xwe dane nivîsgeha rêxistina UNICEF, bi cilên xwe yên folklorî wek gulên ko di destên xwe de hilgirtibûn. Bi dehan ji wan ji nasnameya xwe ya Sûryê bê parin. Ji gelek herêmên kurd hatibûn ba hevûdu da ko li ber dergehê UNICEF kom bibin û da ko pîrozbahiya xwe bi navê zarokên kurd li Sûryê bigihînin zarokên tevaya cîhanê û ji wan re zaroktiyeke şa, bê serêş û pêşerojeke xweş bixwazin û derd û êşên xwe û miletê xwe ya ko ji bilî siyaseta nijadperest di derheqa wan de pêk tê bigihînin zarokêk cîhanî. Di name û lafiteyên ko bilind kiribûn bi navê sed hazar zarokên kurd li Sûryê, ev xal hatibûn nivîsandin:

1-fêrbûna bi zimanê zikmakî û jibîr nekirina taybetmendiya netewa kurd.
2-vegerandina nasnameyê li kurdên ko ji wan hate kişandin.
3-zaroktiyeke şa, bê nijad û zordarî.

Dema ko zarokan kirin ko name û baqê gula mezin bigihînin zarokên cîhanî, hêzên rijîma Sûryê li hember wan derketin û nehiştin ko zarok bigihin ber dergehê rêxistina UNICEF, wan Polîsan xelekek li dora zarokan çêkirin û nehiştin bi pêşde herin, bêhtir ji vê yekê li dê û bavên zarokan dan, vê yekê hişt ko zarok bi paşde vegerin, lê wê xelekê nehişt. Hêzên Sûryê ne tenê ev yek kirin belê hinin ji xwediyên zarokan girtine û kesek tiştekî li ser wan nizane.

Em partiyên ko me li bin îmze kiriye, bi xurtî piştgiriya daxwazên zarokan dikin û ji rêxistina UNICEF bi hêvîne ko li van daxwazan xwedî derkeve û wan daxwazan bighîne aliyên berpirsyar li gor soz û peymanên duwelî yên ko mafên zarokan di parêzin. Hêjayî gotinê ye ko Sûryê li ser wan soz û peymanan imze kiriye û ji ber vê yekê bê nijad jê tête xwestin ko pêkbîne. Û em ji serhilatên Sûryê dixwazin ko girtiyan bi lez azad bike.

Partiya çep a kurd li Sûryê
Partiya yekîtî a kurd li Sûryê
Partiya hevgirtina gel li Sûryê
Partiya yekîtî a demuqrat a kurd li Sûryê ( Yekîtî)

25/06/2003

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Site hosted by Angelfire.com: Build your free website today!