Serrûpel Hejmar 42, tîrmeh 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Nirxandin

Fuat Akpinar: Dora Kurdistanê ye
Şahînê Bekirê Soreklî: Emerîka û nefreta li hember wê
Cankurd: Vesazandina cîhanê, û hişmendên emerîkî
Meşal Temo: Rewşenbîrî piştî herifandina pûtan
Zerdeşt Haco: Gotar li pêşangeha pirtûkên kurdî
Mehmet Şahîn: Gotar di civîna KNKê de
Lokman Polat: Xelatên edebiyatê
Polat Can: Xwezî pirsgirêk ev tenê ba!
Lokman Polat: Şer û siyaset
Fuat Akpinar: Diktator hemû newêrek û tirsonek in
Lokman Polat: Weşanên herêmî
Fuat Akpinar: Rojên dawîn yên xumeynîzmê
Fuat Akpinar: Rojên esadîzmê jî nemane
Fuat Akpinar: Serxwebûn


PEDAGOJÎ Û TEORIYÊN PERWERDEGARIYÊ

Maruf YILMAZ: maruf@swipnet.se

DI DESTPÊKA VÊ NIVÎSÊ DE, divê ez eşkere bikim ku xesletên zarokan ji hawîrdorê dihên û ew dikevin nav xwîn û hestiyên wan û tê de dimînin. Ev mayîn di avakirina kesitiya wan de dibe hîm û rêgeh. Zarok kopiya hawîrdorê ne. Dîsan, divê ez diyar bikim ku ez li ser bikarhanîna zimanê kurdî di pirtûkên dersan de ranawestim. Ev jî, ji ber çend sedemên girîng e, yek ji wan sedema ev e: Zimanê me yê standart tune ye. Ji aliyê din ve jî, ez wekî mamosteyekî kurdî/swêdî, vî mafî di xwe de nabînim, ji ber ku ez naxwazim rexneyan li ser pirtûkên nivîskarî ango nivîskarê bigirim. Li welatê me ku axaftina kurmancî û zazakî, nivîsîn û perwerdegariya zarokan bi kurdî qedexe be. Ez dê çawan rexneyan bigirim? Heta axaftina zarokan, bi kurdî li zarokxaneyên Bakurê Kurdistanê qedexe be. Ji ber vê yekê, ez nikarim rexneyên tûj û giran li pirtûkên perwerdegariyê bigirim. Divê pirtûkên pedagojiyê ji aliyê kesên pedagoj û mamosteyên fermî ve bihêne amadekirin û pêşkêşkirin. Ev prensîbeka etîkî û moralî ya cîhana nûjen e. Em kurd jî, li cîhanê dijîn û tê de xwediyê par in. Gava ku rewş wisan be, divê hin pirtûkên kevn ji nû ve bihêne amadekirin û pirtûkên nûh jî, ji aliyê kesên pedagoj û mamosteyên fermî ve bihêne nivîsîn û amadekirin. Ji aliyê din ve jî, di pirtûkên kevn de kultureka pedagojiyê ya giştî û berfireh nayê dîtin. Kes û saziyên ku projeyên amadekirina pirtûkên zarokan ango ciwanan çêdikin, divê haya wan ji pedagojî, kultur, stîl û hawayê jiyana zarokan ango ciwanan hebe. Ji ber ku zarok xwediyê kultureka taybetî ne û kultura wan ji ya me cuda ye.

Teoriyên pêşveçûna zarokan

Gava lêkolîn li ser pêşveçûna zarokî/ê çêdike pêwîste zanyariya mirovî di derheqa teoriyên pêşveçûnê de hebe. Teoriyên pêşveçûnên pir in. Lê ez dê tenê qala çar teoriyên sereke bikim, ew jî ev in:
  • Teoriya behavîorîstiyê(Skinner)
  • Teoriya kamilbûnê(Arnold Gesell)
  • Teoriya kognitîfê (Jean Piaget)
  • Teoriya psîkoanalîsê(Sigmund Freud)

  • Teoriya behavîoristiyê dibêje zarok kopiya hawîrdorê ne. Li gor vê teoriyê faktora bingehîn a ku di pêşçûn û guhertina zarokan de rola sereke dileyîze hawîrdora zarokan e. Derûdora zarokî/zarokê çi be, zarok jî ew e. Li gorî vê teoriyê zarok pasîv-objektek e û mamoste dibe auktorîter(subjekt). Heta mamosteyên zimanê kurdî jî dikevin nav vê metodê (xetê) û wekî xet vê xetê bikardihînin.

    Teoriya kamilbûnê (mognadsteorî) dibêje mîras roleka mezin dileyîze. Hîmdarê vê teoriyê Arnold Gesell e. Li gorî vê teoriyê zarok dibe subjekt û yên mezin dibin objekt. Ev teorî qala azadiya zarokan dike û îro ji dihê peyvandinê.

    Teoriya kognîtîfê nûjen e. Li gorî vê teoriyê, divê zarok û mezin(dêûbav, mamoste) herdu jî subjekt bin. Hîmdarê vê teoriyê Jean Pîaget e. Li gorî vê teoriyê zarok jidayîkbûna xwe bi hinek îmkan û mecalan çêdibe. Zarok bi tecrûbeyên xwe, xwe pêşve dibe.

    Teoriya psîkoanalîsê (teoriya psîkodînamîkê) dibêje zarok tecrûbeyên piçûkiya zarokî/ê rê li ber wî/ê vedike. Hîmdarê vê teoriyê Freud e.

    Teoriyên înteraksiyonîstiyê / înteraktîonîstiyê ya îndîvîdperspektîfê. Berê li zarokî/ê wekî objektê dihat mêzekirin. Li ba teorîkerên nûjen înteraksiyonîstan, zarok subjekt e. Ev dihê wateya ku zarok têgihîştiye û hînkariyê dizane. Vygotskij yek ji wan kesên înteraksiyonîst e. Zarok û hawîrdor û pêywendiyên wî/ê di navbera wan de qedera pêşveçûna wî/ê ye û hêjayên hawîrdorên zarokî/ê li gorî bawermendiya wî/ê tê şirovekirin.

    Piaget û egosentrîzma zimanî

    Li gorî Pîagetî hizr zimanî diwelidîne, çêdike. Lê Vygotskij tersê dibêje. Piaget zimanê egosentirîstiyê parve dike ser sê koman (kategoriyan):

  • Dubarekirina peyvê(bebe, ma-ma)
  • Monolog(, bi xwe re dipeyve, bi xwe re peyvandin)
  • Monologa kollektîviyê(Bi zarokên din leyîstandin û axaftin)
  • Vygotskij

    Teoriyên Vygotskijî di derheqa perwerdegariyê de balkêş in. Ew lîstin û yarîkirina zarokî/ê bi hevalê/a wî/ê wekî proseseka civakî (sosyal) dibîne. Ann-Christin Kjellman ku mamosteya pedagojiyê ye giraniya xwe dide ser pedagojiya Vygotskijî. Ew di Xwendingeha berz ya mamostayetî li Stockholmê (Lêrarhşgskolan i Stockholm) de dersa pedagojiyê dide û herwisan jî berpirsê pedagojiyê ye.

  • Ziman hizrê (fikirê) diafirîne, lê herwisan jî, hizr zimanî diafirîne.
  • Pêywendiyên zarokî/zarokê bi zarokên din re girîng e.
  • Faktorên civakî/sosyal
  • Bi alîkariya zimanî cîhana zarokan ya hindir û derve pêşve diçe.
  • Danûstandin û pêywndiya zarokan bi kesên din rêya pêşveçûnê vedike.

  • Zarok çawan zimanê zikmakî hîn dibe?

    Li gorî vekolînên zanyariyê dêûbav, xwişk û birayên zarokî/zarokê roleka bingehîn dileyîzin û dûre jî pêywendiyên wî/wî digel derûdora wî/ê rola duhemîn dileyîze. Zarokxane û dibistan rola duhemîn dileyîzin. Li wê derê sê xal girîng in, ew jî ev in:

  • Mamosteyekî/a aktîf
  • Xwendevanekî/a aktîf
  • Hawîrdoreka aktîf digel wan
  • Sê Stratejiyên perwerdegariya zimanê zikmakî (zimanê dê) hene, ew jî ev in:

  • Kesek(en person) - stratejiya zimanekî. Zimanê yekemîn yê zarokî/ê di zikê dayîkê de dest pê dike. Danîel Stern qala zarokê/a nubûyî dike û dibêje: Zarokê/a nubûyî ji dayîkbûna xwe kompetent û bi kompetenta xwe ji dayîka xwe bûye. Wekî mamoste, ez stratejiya kesekî- stratejiya zimanekî baştir dibînim ji bo ku zarok du zimanan bihev re hîn bibin. Li hawîrdoreka dê bi zimanekî û bav bi zimanê xwe bi zarokê/a re bipeyvin. Dê û bav herdu jî zimanê xwe bipeyvin. Divê qaîdeyên dêûbav wekî hev bin ji bo hîndariya herdu zimanan.

  • Zimanekî li malê- zimanekî li derveyî malê. Dêûbavên zarokî/ê li malê hertim kurdî bipeyvin û zarokên wan li derve(dibistanê) bi swêdî bipeyvin.
  • Pêşî zimanekî bi tenê. Ev stratejiya sêhemîn; mirov bi tenê zimanekî bikardihîne heta ku zarok bibe 3-5 salî. Mirov bawer dike ku zarok nikare du zimanan bi hevre hîn bibe. Lê vekolîna min tersê wê diyar dike.

    Litteratur û referensén swédî
    Håkansson, Gisela: Språkinlärning hos barn. Studentlitteratur, 1998.
    Håkansson, Gisela: Tvåspråkiga barn î Sverige. Institutionen för lingvistik. Lund 1992.
    Svensson, Ann- Katrin: Barnet, språket och miljön, studentlitteratur, 1998.
    Söderbergh, Ragnhild: Barnets tidigare språkutveckling. Liber 1988.
    Bråten(red), Ivar/Vygotskij och pedagogiken, Lund, Studentlitteratur,1998

    Dûmahik heye

    Maruf YILMAZ

  • Berdest
    Hejmara nû
    Hemû hejmar
    Hemû pirtûk
    Hemû nivîskar
    Nûdem


    [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: mehname@yahoo.com
    Contact us: mehname@yahoo.com

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Site hosted by Angelfire.com: Build your free website today!