TÎRÊJ
BÎST
Û YEKÊ ADARÊ
Bîst û yekê adarê, hezar carî bi xêr hat
Di dewrana biharê, Newroz û cejna welat
Agir li deþt û çiyan, pêtî jê diçne banî
Li çar koþê Kurdistan, dikî þewq û xuyanî
Ew agirê dilê me, pêtî jê diçne ezman
Perava xwe da welat, deþt û çiya û zozan
Keç û xortên di kurdan, li her war û der û cî
Bi ser bejna xwe berdan, xeml û xêza kurmancî
Keç û xort û mêr û jin dikin pîroziya hev
Tev rûgeþ in, devliken bi ax û xweziya hev
Bi kêf û þadîmanî girtine reqs û govend
Yekîtî mehrevanî ne b'eþîrtî ne b'dubend
Ji bo me pir ziyan in, ev dubendî eþîrî
Bi van rêçên xwar û mar, doza me naçe serî
Heta ku em nebin yek, nabe tu kar û xebat
Goga xwe em nabin þeg, azad nabe welat
Divê bi dilpaqijî, destê xwe em bidin hev
Çi çotkar û çi karker, bi yek can û dil û dev
Hinga em xweþ dikarin, bikin daw û doza xwe
Bi serbestî azadî, pêk bînin newroza xwe
Hêvî dikim ji Yezdan, her sal weke vê rojê
Bikin pîroziya hev, bê par nebînin em jê
Hem jî bê par nemînin, ji raman û doza xwe
Bi dilxweþî bistînin, em jî îro mafê xwe
Mafê me jî bighê me, wek milletê cîhanê
Azad bijîn der welat, di vê dewr û zemanê
Wekî îro li hev kin, pîroziya welatê
Ji dil xwe em bi derkin, vê keder û þewatê
Wek îro em silav kin, li þehîdêd goristana
Baqên gulan belav kin, li tirbên cengevana
Destan li hev dibestin, li ber gorêd ciwana
Demek em tev biwestin, ji bo wan pehlewana
Ji bîr nakin tucarî, xebata wan þepala
Ne b'þev û roj û meha, ne jî bi heyam û sala
Ew þehîdên dilawer, canê xwe kirne qurban
Xemilandin bi xwîna xwe, axa kurd û Kurdistan
Daxwaza min ji dinyê, ji vê pê ve min navê
Tîrej li ser we û wan, dike herdem silavê
(Tîrêj, Xebat- Dîwana Yekem)
Ji Rojname.com