Site hosted by Angelfire.com: Build your free website today!

MELAYÊ CIZÎRÎ


DIL JI MIN BIR


Şoxê û şengê zuhre rengê,
Dil ji min bir, dil ji min bir,
Awirên heybet pilingê,
Dil ji min bir dil ji min.

Wê şepalê miskî xalî,
Dêm dorê gerden sepalê,
Cehbeta biskan semalê,
Dil ji min bir, dil ji min.

Zulf û xalannûn û dalan,
Wan ji min dil bir bi talan,
Goseye qewsê helelan,
Dil ji min bir, dil ji min.

Dêm nedîrê bo enbîrê,
Xemrî û gîso herîrî,
Sîne kir armancê tîrê,
Dil ji min bir, dil ji min.

Sor şîrînî nazenînî
Kustim û nakit yeqînî,
Wê bi çengela evînê,
Dil ji min bir, dil ji min.

Fitil û taban da xuraban,
Ebleq û cohtê şebaban,
Dame ber pence û kulaban,
Dil ji min bir, dil ji min.

Xos xeramê, ez xulamê,
Nazikê şîrin kelamê,
Tutiya eyvan meqamê,
Dil ji min bir, dil ji min.
................

(Melayê Cizîrî)

Ji Rojname.com