Site hosted by Angelfire.com: Build your free website today!

 

Nizar Qebbanî di riswakirina Seddam Huseyn da

      Cankurd
    (wergerandin ji Erebî: Cankurd)

 

Kenok-girînok bû şergeha kendavê
      Ne şûr li ser şûran şikestin
             Ne jî mêr rabûn li mêran
        û ne jî me Aşûr Banîbal carekê dît       
Lê hemî ew ji ber ma bo antîkxaneya dûrokê bû
Ehramatin ji solan!!  

***

Kîyê me ji rewşa dulayî rizgar bike?
Kîyê bi me bide bawerkirin, ku em ne reviyane?
                          û em her şevekê
Li ser şaşikan leşkerekî birçî û tazî dibînin…
Ji xendekên neyartiyê (sandewîşekê) pêda dike
                       û xwe diçemîne..ku biramûse pêyan!!  

 ***

Ne cenga me ceng e û ne jî aştiya me aştî ye
Hemî tiştê, ku di jîna me re derbas dibe
Tenê film in
Markirina me bi lez û bez e
                        û hezkirina me bi lez û bez e
Weku hezkirina di destpêka filman de
                              û mirina me jî biryarkirî ye
Weku mirina di taliya filman de!!  

***

Em rojekê bi serneketin li ser mêşekê
Lê ev e bazarvaniya gumanan
Çiku Xalid û Tariq û Hemze
                        û U’qbe Ibin Nafê’
                             û Zubêr û Qee’qaa’ û Simsam
(1)
Giş di qutîkên filman de.. bi ser hev de hatine guvaştin  

***

Şikestinek.. li pey  şikestinekê
Emê çito cengê qezenc bikin
Eger ewên lîstine
Wêne girtine..û derxistine
Fêrbûn şervaniyê di wezareta bangeşîniyê da!!  

***

Di her bîst salan da
Qeralekî bi fermana xwe (2) tê ji me re
              ku ezmên di şîşeyekî da zindan bike
                          û royê bibe sêdara darvekirinê!
Di her bîst salan da
Nercisîyekî aşiq xwe bûye tê ji me re
                ku bêje, ew Mehdî ye.. û Rizgarkir e
                   û paqij..û Xwedatirs e..û hêzdar e
                       û Tenha ye..û herheyî ye
                         ku li ser welat û evdalan.. û kelepûrê
Li ser Saman û çeman
Dar û darberan
Mêr û jinan
          û pêlan û zireyê
(3)
Li ber maseya qumarê bilîze..
Bo me her bîst salan mêrekî tevlihev tê

             ku di berîkên xwe tiliyên lexeman hilgirtine…

***

Tirsa me ne nû ye
Ji ber ku tirs her dostê me bû
Ji roja ku em pehlik
(4) bûn
Di hindirê dangan da (5)
 

***

Ma sazman di bingehê da kuştiwar e?
An jî em di ber çêkirina sazmanê da berpirsiyarin?


***

Eger niviskar carekê pêxweşbû, ku bibe..mirîşk
Li gel dîkan bijî
An hêkan bike an jî rakeve
Tu li ser nivisandinê silavê bixwîne!! (6)  

***

Bo wêjevanan li bam e sendîkatek fermî heye
Ew di dîmenê xwe da
Wek sendîkata miyan e!!  

***

Paşê padişah in, ku jinêd xwe xwarine
              di kevnerojan da
Lê belê padişah di welatên me da
                      hîn bûne pênûsan bixun..  

***

Ibin Xeldon ê em dinasin mir (7)
          û dûroka di hinavên me da
Nîşana pirsînê ye!!  

***

Ewan xurmedaran li welatên me dibirrin,
           ku li ciyê wan
                 bo serok axa daristanekê ji pûtan biçînin!!
 

***

Pêdakar (Xwedê) ji evdalên xwe ne xwast,
ku ji wî re
Milyonek hîman ji ruxamê çêbikin!!  

***

Xencerên Erebtiyê di goştê me da
                            li hev û din çat bûn..
                                û Islam bi Islamê re ket pevçûnê  

***

Piştî hinde hefteyan ji ji melevaniyê
Di lêbarên peyivînê
Di ferhenga me ya cengînî da
Ji çerm û hestiyan pê ve
Tiştek nema

***

Firoka Fantom
Xwe berdide ser seriyên me
Kuştegeha me di zimanê me da ye
Pa çendîn me bihayê lêdana peyvînê giran da  

***

Rêber paş serketina xwe
                          ket maxa hemamê
                             û em jî ketin veşartgeha sêwiyan!!
***
 

Em belaş (8) dimirin wek mêşan li Afrîqa
Em dimirin wek mêşan
       û mirin bi kenîn derbas ba me dibe
                                        û deriyan digire
Em bi tevayî di nav ciyê xwe da dimirin
                  û berpirsê saringa miriyan napejirîne,
                                                       ku egeran rave bike
Em dimirin..di cenga lavlavan da
                  û di cenga radiyoyan da
                     û cenga wekaniyan
(9) da
                         û di cenga jibervaniyan (10) da
                                û di fêlbaziya seravê da
Em dimirin..serşikestî..qorîkirî (11)  
Nifirkirî..ji bîrkirî wek segan
   û rêberê sadîst di veşartgeha xwe da
                             herifandinê difelsifîne!!
 

***

Di her bîsta salan da
Bo me mîhyarek tê
Royê di rastê xwe da hildigire
  û rojê di çepê xwe da
  û behiştan di pêjiniya me dinexşîne
  û baranê dibarîne
  û ji nişka ve..Leşkerê Romê quretiya me dagir dike
  û surh dikevin!!


***

Di her bîst salan da
Imroulqeys (12) li ser hespê xwe tê
Li padişahekî ji tozê digere


***
 

Dengê me dengbirrî ne..lêvên me dengbirrî ne
Gelên me tenê efsane ne
Tenha şêtbûn
Li eywana me biryarê çêdike


***
 

Em di xwendina dûrokê da derewê dikin
Em di xwendina nûçeyan da derewê dikin
                                û em reva mezin diguhêrin
                                                         dikin serkeftin!!

***

Ey niştê min î di xwîna xwe da binve bûye
Ey yê di serbilindiya xwe hatiye lêdan
Bajar bi bajar
Pencere bi pencere
Ewir bi ewir
Qumrî bi qumrî

***

(1) -   Evana qehremanên Ereban in di dûrokê da
(2) -   Mebest qeralên wek Alhakim Bî Emrîhî
(3) -   Derya
(4) -   Çilpikek
(5) -   Reh’mê dayikan
(6) -   Xatir jê bixwaze
(7) -   Ibin Xeldon: yek ji mezintirîn zanayê civaknas e di dûroka şaristaniyê da
(8) -   Bê biha
(9) -   Teşabîh (mebest di cenga zimên da, ku Ereb pir ji gotinê hezdikin)
(10) - Kinayat (mebest dîsa pirpeyivandina Ereban e)
(11) - Nebedkirî
(12) – Yek ji namdartirîn hozanvanên Ereban e berî hatina Islamê.