Site hosted by Angelfire.com: Build your free website today!

Evîn

Xwediya dengê xemgîn bi hevpeyvîneke kurt û dereng ji me re got:

Huner weke bexçê Gula ye, her Gulek bi reng û bihnek cuda tê naskirin.

Wek Av a kehniyê hêdî hêdî diherikê, Zelal û Sayî da merov karibê masiyên navde bibînê,wek pirtûkek vekirî merov karibê bixwênê, berî ku ew dilê xwe ji me re vekê û gazina bike:
Mixabin Hunermendê me yên mezin u yên bihtir Şens girtin ji Mêdiya û hatin naskirin ne Amedene ji bo arîkariyê û piştgiriya me û bi teybetî ya Jina, pir Dilxwazê cane xwe ne,nizanin ku kes cihê kesî danagrê nizanin

Huner weke bexçê Gula ye, her Gulek bi reng û bihnek cuda tê naskirin.

Evîn ji demên Dibistana piçûk ve Eşqa muzîkê li Dilê wê xist li Tembûra Xalê xwe guhdarî di kir, peşdarî koma bû, guhdarî muzîka kurdî bû,Şah di bû li ber dengê Eyşeşan û M. Şêxo, Şivan Perwer,û Gulistan Perwer.

Bi dengê xwe û Tembûra xalê xwe Ceja Newrozê di Sala 1982 de li (Keleha Samaan) pîroz kir, U dengê xwe gihande gudara bicivakî.

Bi ser ku hîn Çi Kasêt yan jî CD Tomar nekirne,stran ê Evîn têra Kasêt û CD ya hene, lê ji ber kelemên li pêşya wê, weke rewşa Abûrî û rewşa civakî(Evîn Jin e û Dê ya).

Di civaka Kurdî de ku Jin Hunermend bê karekî zore,

Azadiya ji Hunermendekî Mêr re heye ji yeke Jin re nine ?

Tevlî gelek kelema û pirsgirêka Evîn hey ji Huneraxwe ma, û dema xwe jê re hişt.

Wek li welat her wiha li Elmanya (xerîbiyê), nêzîkî civaka Kurda bû, beşdarî gelek Şevên hunerî bû, her Sal Cejna newrozê bi dengê xwe yên xemgîn yê merov di vegerandin xewnên Şêrîn, pîroz di kir.

em serkeftinê jê re dixwazin û hêvîdarin her rewsha wê bashtir bibê û demên wê ji bo pêshxistina Muzîkê hebê.